Muqteda Sedir: Em ê bikaranîna çek a li derveyî çarçoveya dewletê bi dawî bikin
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir li Iraqê Muqteda Sedir, piştî tevgera wî kursiyên herî zêde di hilbijartinên Iraqê de bi dest xist diyar kir, ew ê bikaranîna çek a li derveyî çarçoveya dewletê bi dawî bike.
Rêberê Tevgera Sedir li Iraqê Muqteda Sedir eşkere kir, tevgera wî wê rê nede aliyan ku şiyanên gel kontrol bikin û got: “Pêwîst e welatî ji çavkaniyên welatê xwe sûdê werbigrin.”
Sedir destnîşan kir: ‘‘Pêwîst e çek di destê dewletê de be û nabe li derveyî wê were bikaranîn’’ û got jî: "Dem dema gel e ku di nava aştiyê de bijî, bêyî ku milîşya ji heybeta dewletê kêm bikin.”
Sadir destnîşan kir: “Petrola gel ji gel re ye û em ê kar ji bo bilindkirina bihayê Dînar bikin. Herwiha got: “Em ê gendeliyê bi xwîna xwe ji holê rakin.”
Ji aliyekî din ve, Muqteda Sedir pêşwazî li hebûna hemû balyozxaneyên biyanî li Iraqê kir, eger ew destêwerdanê di karûbarên welat de nekin.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, do di konferanseke rojnamevanî de li Bexdayê eşkere kir, li gor encamên destpêkê, bloka Sadir bi qezenckirina 73 kursiyan, pileya yekem bi dest xist.
Herwiha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî bi qezenckirina 32 kursiyên Encûmena Nûneran Iraqê, careke din wek partiya yekem li ser asta Iraqê hat destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin