Berga 6em a Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd derket
PeyamaKurd – Di daxuyaniya Ofîsa Serok Mesûd Barzanî de hat ragihandin ku pirtûka dawî ya Serok Barzanî wê di demeke nêzîk de bi bigîhe ber destê xwendevanan.
Hate diyarkirin, bergê 6an a Tevgera Rizgariya Kurd a rêze pirtûkên Serok Barzanî bi navê “Kurdistan û Iraqa Nû, 2003-2016” wê di demeke nêz de derkeve.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pirtûka nû ya Serok Barzanî ku ji 1234 rûpel û du bergan pêk tê, behsa qonaxa herî girîng a dîroka Kurdistana nû û pêşketina 13 salên dîrokê dike. Pirtûk ji 14 beşên cuda pêk tê.
Di pirtûkê de Serok Barzanî bi hûrgilî behsa proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê di wan salan de, damezrandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatan, hilbijartin û bûyerên girîng ên Herêma Kurdistanê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin