Çapa nû ya pirtûka ‘Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd’ kete ber destê xwendevanan

26 September 2021 23:43 0 dîtin
Çapa nû ya pirtûka ‘Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd’ kete ber destê xwendevanan

PeyamaKurd - Berga çarem a rêzepirtûkên ‘Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd’ a ji nivîsa Serok Mesûd Barzanî bi navnîşana ‘Şoreşa Gulanê’ kete ber destê xwendevanan.

Berga çarem a pirtûka Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd ji du cîldan pêk tê. Beşa yekem 616 rûpel û beşa duyem jî 488 rûpel e. Di nav pirtûkê de hejmarek wêne û dokument jî hene.

Çapa yekem a berga çarem a pirtûka Serok Mesûd Barzanî, li bajarê Hewlêrê di meha Tebaxa 2021ê de hatibû çapkirin.