Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê: Destpêsxeriya Serok Barzanî gelek bas bû
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir, destpêşxeriya Serok Barzanî gelek baş bû û tu gazin ji bo aliyên siyasî nehişt.
Rêberê Tevgera Îslamî Irfan Ebdulezîz daye zanîn: “Iraqê li pêş du egeran e, yan wê wegere beriya 500 salan û bibe dewleta milîsan, yan jî wê bibe dewletekw sivîl ku xelkê Kurdistan û Iraqê jî li benda wê dewleta sivîl e.”
Irfan Ebdulezîz derbarê destpêşxeriya Serok Barzanî de axiviye û eşkere kiriye: “Ew destpêşxerî gelek baş bû. Ji ber rewşa siyasî ya Iraqê gihaştibû asta herî binî. Ew destpêşxeriya Kak Mesûd, deriyê gotûbêjan ji bo aliyan vekir ku dema civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokkomar û tu gazinên aliyên siyasî neman.’’
Herwiha Rêberê Tevgera Îslamî helwêsta partiya xwe ya derbarê hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de jî eşkera kir û daxwaz kir hilbijartin di dema xwe de birêve biçe.
Hêjayî bibîrxistinê ye, îro 05.02.2022yê kongreya 12emîn a Tevgera Îslamî, li bajarê Hewlêrê birêve diçe û wê rojekê berdewam bike û di derbarê wê de jî Irfan Ebdulezîz diyar kiriye: “Amadekarî temam bûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin