Tevgera Îslamî ya Kurdistanê serokê xwe yê gistî hilbijart

03 October 2023 18:07 0 dîtin
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê serokê xwe yê gistî hilbijart

PeyamaKurd - Tevgera Îslamî ya Kurdistanê di kongreya xwe de, Îrfan Elî Ebdulezîz weke Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê hilbijart.

Kongreya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê îro 3yê Cotmehê li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin. Hate ragihandin ku di kongreyê de, Îrfan Elî Ebdulezîz bi 983 dengan weke Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê hate hilbijartin.

Îrfan Elî Ebdulezîz û Kamil Hacî Elî ji bo serokatiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê namezd bûn û piştre Kamil Hacî Elî û hejmarek ji rêveberê Tevgera Îslamî cuda bûn û partiyeke din bi navê Tevgera Pêwendî ya Îslamî ya Kurdistanê ragihandin.

Hêjayî gotinê ye, nêzîkî du salan e di navbera baskê Îrfan Elî Ebdulezîz û baskê Kamil Hacî Elî de nakokî hebûn.

Tevgera Îslamî ya Kurdistanê roja 05.02.2022ê li Hewlêrê 12emîn kongreya xwe lidar xist û tenê Kamil Hacî Elî bû namzedê rêveberiya tevgerê, lê nekarî zêdetirî nîvê dengan bidest bixe. Ji ber wê jî Tevgera Îslamî ragihand ku Îrfan Elî Ebdulezîz weke Serokê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dê berdewam be. Piştre Kamil Hacî Elî nerazîbûn nîşan da û roja 3yê Cotmeha 2022yan di civîneke rojnamevanî de got ku ew rêberê tevgerê ye û karê kongreyê hatiye binpêkirin.