Serokê YNKê bi Sekreterê Gistî yê Tevgera Babilyon Rayan El-Kildanî re civiya

16 July 2022 10:59 0 dîtin
Serokê YNKê bi Sekreterê Gistî yê Tevgera Babilyon Rayan El-Kildanî re civiya

PeyamaKurd – Li Bexdayê li mala Serok Mam Celal, Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî, bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Babilyon Rayan El-Kildanî re civiya.

Li gor zanyariyan di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser berdewamiya diyalogê ji bo gihîştina bi çareseriyeke guncaw û rizgarkirina welat ji rewşa siyasî ya nexwestî ya ku tê de, hat kirin.
Serok Bafil qala hewlên YNKê ji bo derbaskirina astengan kir û eşkere kir: “Hemwelatî hêjayî jiyaneke xweş, aram û ewle ne û armanca me pêkanîna hikûmeteke niştimanî ya bihêz û xizmetguzarî bi hêz û aliyên siyasî ye ku em bi hev re pêşerojeke aram ji welatiyan re misoger dikin.”