Mesrûr Barzanî Rêberê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê pîroz kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji nû ve hilbijartina Îrfan Ebdulezîz bo rêbertiya Partiya Bizava Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe) pîroz kir.
Partiya Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê di kongreya xwe ya 12emîn a doh Şemiyê li Hewlêrê hat lidarxistin de, car din Îrfan Ebdulezîz bo seroktiyê hilbijart.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi rêya telefonê pîrozbahî li Rêberê Bzûtneweya Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz kir û hêviya serkeftinê xwest û Rêberê Bizûtneweyê jî spasiya Mesrûr Barzanî kir.
Partiya Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê di sala 1987an li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Mela Osman Ebdulezîz ve hatiye damezirandin û rêberê niha yê Bizûtnewê, Îrfan Ebdulezîz kurê Mela Osman Ebdulezîz e ku ji sala 2019an ve rêbertiya partiyê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin