Parlamentoya Iraqê bo budçeya sala 2021ê îro dicive
PeyamaKurd – Derbarê proje qanûna budçeya sala 2021ê, Parlamentoya Iraqê îro dicive.
Li gor Parlamentera Kurd û seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî daye zanîn, Parlamentoya Iraqê dê îro dest bi gotûbêjkirina proje qanûna budçeya sala 2021ê ya Iraqê bike.
Herwiha Viyan Sebrî diyar kiriye, di nav proje qanûnê de du bend hene, bendên 10 û 11, behsa pişka Herêma Kurdistanê dikin.
Seroka firaksyona PDKê destnîşan kiriye, ew ê beşdarî civîn û gotûbêjan bibin û got, em ê hewl bidin ew pişka ku ji Kurdistanê re hatiye destnîşankirin, mîna berê were pesendkirin. Helbet niyeta me heye qanûna deynan jî biguherînin, ji ber ku ew pişka ku ji Kurdistanê re hatiye destnîşankirin, kêm e.
Bi gotina Viyan Sebrî, gotûbêjkirin û pesendkirina proje qanûna Iraqê, dê nêzîkî mehekê bikşîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin