Parlementoya Iraqê ji bo proje qanûna budçeya sala 2021ê dicive

04 January 2021 14:00 0 dîtin
Parlementoya Iraqê ji bo proje qanûna budçeya sala 2021ê dicive

PeyamaKurd – Endamekî Kurd ê Parlementoya Iraqê diyar kir, hefteya bê Parlementoya Iraqê ji bo proje qanûna budçeya sala 2021 ya Iraqê dicive.

Parlementerê Kurd Şêrwan Mîrza daye zanîn, proje qanûna budçeya sala 2021 ya Iraqê, gihîştiye Parlementoyê. Nirxa neftê 42 dolar hatiye hesibandin û nirxa her dolarekî jî 1450 dînar hatiye danîn. Kêmahiya budçeyêj î 71 trîlyon dînar hatiye hesibandin.

Herwiha Şêrwan Mîrza destnîşan kir, hefteya bê Parlementoya Iraqê dê proje qanûna budçeyê gotûbêj bike. Dê 4 rojan gotûbêj berdewam be û paşê divê di nav mehekê de were pesendkirin.

Parlamenterê Kurd li ser pişka Herêma Kurdistanê jî got, pişka Kurdistanê hatiye destnîşankirin, lê pesendkirina wê dê hinekî zehmet be. Ji ber wê jî divê xebatek baş were kirin.