Serokê Hikûmetê daxwaz kiriye proje qanûna budçeya sala 2021ê bê amadekirin

05 January 2021 14:59 0 dîtin
Serokê Hikûmetê daxwaz kiriye proje qanûna budçeya sala 2021ê bê amadekirin

PeyamaKurd - Serokê Hikûmetê ji Wezareta Darayî daxwaz kiriye, proje qanûna budçeya sala 2021ê ya Kurdistanê amade bike.

Li gor Parlamenterê Kurdistanê û endamê Komîsyona Darayî û Aborî Erşed Lolanî daye zanîn, Serokê Hikûmetê daxwaz ji Wezareta Darayî kiriye, dest bi amadekirina proje qanûna budçeya sala 2021ê ya Kurdistanê bikin.

Herwiha Erşed Lolanî diyar kir, ev 7 sal bûn Hikûmeta Kurdistanê proje qanûna budçeyê amade nekiribû û neşandibû Parlementoyê. Lê îsal biryar hat dayîn proje qanûna budçeyê were amadekirin û radestî Parlamentoyê were kirin.

Lolanî li ser mekanîzma amadekirina proje qanûna budçeyê jî destnîşan kir, destpêkê tevahiya wezareta û fermangehan dê raporta xwe bidin Wezareta Darayî, Wezareta Darayî jî dê raportekê amade bike û bide Encumena Wezîran. Piştî ku ew raport ji aliyê Encumena Wezîran ve hat pesendkirin, dê radestî Parlamentoyê bê kirin û Parlamento jî dê li ser gotûbêj bike.

Li gor endamê Komîsyona Darayî, proje qanûna budçeyê, dê meha Adara îsal bigihê Parlamentoyê.