Serokê Kolombiyayê Petro daxwaza îstifakirina hemû wezîran dike

10 February 2025 09:36 0 dîtin
Serokê Kolombiyayê Petro daxwaza îstifakirina hemû wezîran dike

PeyamaKurd – Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro piştî gotûbêja di civîna kabînê ya ku weşana zindî hat kirin de daxwaza îstifakirina hemû wezîran kir.

Petro di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya Xê de, ne tenê wezîrên di kabîneyê de, herwiha ji bo îstifakirina rayedarên payebilind jî xwest.

Serokomarê Kolombiyayê Petro got, "Min bi awayekî fermî daxwaza îstifakirina wezîr û rêveberên beşên îdarî kir. Ji bo ku bi bernameya ku gel ferman daye baştir biguncîne wê di kabîneyê de hin guhertin bên kirin. Ez ê bi tevahî li ser pêkanîna bernameyê bisekinim."

Beriya banga Petro, Wezîrê Çandê Juan David Correa û Wezîra Jîngehê Susana Muhamad ragihandin ku ew ji wezîfeyên xwe îstifa dikin.

Gotûbêja weşana zindî

Di civîna kabîneyê de ku di 5ê Sibatê de bi zindî li ser televizyonê hat weşandin de, di navbera Wezîra Derve ya nû Laura Sarabia, Cîgira Serokomar Francia Marquez, balyozê berê Armando Benedetti û Wezîra Jîngehê Susana Muhamad de nîqaşên tund hatin kirin.

Alîkarê Serokomar Marquez rexne li Sarabia girt û got, "Ez ji helwesta Laura Sarabia ya li hemberî me û min a di vê hikûmetê de hez nakim. Min ji mecbûrî jê re got 'hurmeta min bigire, ez cîgirê serokomar im. (Mebest Petro ye) Her çend ez piştgiriya biryara ku we daye nakim jî, ez wekî serok rêz ji biryara we re digirim."

Li aliyê din Sarabia li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Berpirsiyariya her wezîrî heye û lijneya wezîran saziya çawaniya bicihanîna pêdiviyên gelê Kolombiyayê ye. Îro em nekarin vê yekê bikin û me ev dever ronî kir. Îşev ji bo me şeveke fikirînê ye."

Li aliyê din Petro ji wezîran re bertek nîşan da û îşareta revîzyonê da.