Serokê Kolombiyayê Petro Zelenskiy rexne kir!
PeyamaKurd – Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro rexne li Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy kir û got, "Zelenskiy bi çekên rojavayî dest bi şer kir û niha xiyanet li wî hatiye kirin."
Petro li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî X derbarê Şerê Rûsya û Ûkraynayê de daxuyanî da.
Petro anî ziman ku Zelenskiy ji aliyê Rojava ve bi tenê maye û wiha got: "Zelenskiy bi çekên rojavayî dest bi şer kir û niha jî îxanet li wî hat kirin. Ji aliyê Rûsyayê ve ku çekên xwe bi kar anî, hat bêçekkirin. Di vê mijarê de divê Zelenskiy polîtîkaya xwe biguherîne û hewl bide ku di nava gelên Slavî de yekîtiya xwe pêk bîne."
Petro banga diyaloga di navbera aliyan de kir û wiha got: "Şerên sedsala 21emîn, şerên aboriya fosîlan e. Zelenskiy divê rasterast bêyî navbeynkariyê bi Vladîmîr Pûtîn re biaxive û li cîhana slavî ji cîhanê re vekiriye peymana aştiyê ya siyasî û aborî pêk bîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin