Zelenskiy, sepana buhayê petrola Rusyayê rexne kir

04 December 2022 20:59 0 dîtin
Zelenskiy, sepana buhayê petrola Rusyayê rexne kir

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, sepana buhayê tavanê ya petrola Rusyayê rexne kir. Zelenskiy diyar kir ku divê nirxê her bermîlek, dakeve 30 dolarî.

Volodimir Zelenskiy, bi rêya peyameke bi vîdeo ya li ser hesabê xwe yê Telegramê belav kir de bal kişand ser sepana Yekîtiya Ewropayê, welatên G7ê û Awustralyayê ya buhayê petrola Rusyayê ku di ser deryayê re bibin.

Diyarkirina buhayê tavanê ya ku wekî her bermîlek 60 dolar hatibû diyarkirin, ji aliyê Zelenskiy ve rastî nerazîbûnê hat.

Zelenskiy, destnîşan kir ku divê nirxê her bermîla petrola Rusyayê, dakeve 30 dolaran û diyar kir ku ew ji biryara ku hatiye dayîn, ne razî ne.

Volodimir Zelenskiy, pevçûnên dawî yên li bajarên Bahmut û Soledarê yên herêma Donetskê jî nirxand û got,

"Li herêma Donetsk, Bahmut û Soledarê, rewş niha wekî berê ya germ e û herî bi êş e. Ji bo ku di vî warî de alîkariya leşkerên Ukraynayê bikin, em her tiştî dikin. Lehengên me yên ku me parastin, her kesên li wê derê, spasiyên herî mezin heq dikin."