Zelenskiy: Rusyayê, li Zaporijyayê teqemenî bi cih kirine!

05 July 2023 14:33 0 dîtin
Zelenskiy: Rusyayê, li Zaporijyayê teqemenî bi cih kirine!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy îdia kir ku artêşa Rusyayê, li ser banê hin yekîneyên elektrîkê yên Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê, madeyên mîna teqemeniyê bi cih kirine.

Volodimir Zelenskiy, di daxuyaniya xwe ya vîdyoyî ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de rewşa santrala nukleerê ya di bin kontrola Rusyayê da nirxand û amaje bi wê yekê kir ku radyasyon ji bo tevahiya cîhanê gef e.

Zelenskiy destnîşan kir ku divê santrala nukleerê bi tevahî ji xetereya radyasyonê bê parastin û bal kişand ser wê yekê ku derfetên îstîxbaratî yên dewletan hene ku bi rastî bizanin ka çi diqewime û kî sûcdar e û got,

"Li gorî agahiyên îstixbaratî yên ku di destê me de ne, artêşa Rusyayê li ser banê Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê, hin madeyên wekî teqemeniyê bi cih kirine. Dibe ku senaryoyeke wan a din hebe. Lê belê di her rewşê de Rusya ji bo NPPê ya Zaporijyayê tenê çavkaniya xetereyê ye.

Li aliyê din, Şêwirmendê Gerînendehê Giştî yê Kompaniya Enerjiya Nukleerê ya Rusyayê Rosenergoatomê Renat Karachaa, di weşana zindî ya televîzyona Rossiya 24ê de diyar kir ku artêşa Ukraynayê dê şeva 5ê Tîrmehê êrîşî Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê bike û got,

"Hêzên çekdar ên Ukraynayê dê di 5ê Tîrmehê de bişev bi çekên dûr û dirêj û balafirên bêmirov hewil bidin êrîşî NPPê ya Zaporijyayê.

Di heman demê de Ukrayna plan dike ku di 3yê Tîrmehê de cebilxaneyeke tijî bermahiyên radyoaktîf ên ku ji santrala nukleerî ya li başûrê Ukraynayê hatine derxistin, ji balafirê bihavêje."