Zelenskiy: Rusyayê, êrîs zêde kirine, rews dijwar e!
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya peyameke bi vîdeo, rewşa dawî ya şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand. Zelenskiy da zanîn ku êrîşên artêşa Rusyayê, li rojhilatê Ukraynayê zêde bûne.
Volodimir Zelenskiy, di peyama xwe ya rojane ya bi vîdeo de ku li ser hesabê xwe yê fermî yê Telegramê ragihand de bang li xelkê xwe kir. Zelenskiy di banga xwe de şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand.
Zelenskiy diyar kir ku Rusyayê di 24ê Sibatê de ango salek e, li dijî welatê wî dest bi şer kiriye û diyar kir ku artêşa Ukraynayê, parastina Ukraynayê berdewam dike.
Zelenskiy bal kişand ku liv û tevgera hêzên Rusyayê, li eniya rojhilatê wî welatî zêde bûye û got, "Li eniya rojhilatê welatê me, liv û tevgerên êrîşkar ên dagirkeran zêde bûne. Rewş her ku diçe dijwartir dibe."
Volodimir Zelenskiy, di dawiya axaftina xwe de ji gelê Ukraynayê xwest ku bibin yek û berjewendiyên dewletê biparêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin