Zelenskiy: Rusyayê, êrîsî Volnyanskê kir

23 November 2022 16:30 0 dîtin
Zelenskiy: Rusyayê, êrîsî Volnyanskê kir

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên Rus, êrîşî nexweşxaneyeke li Volnyanskê kiriye.

Volodimir Zelenskiy, di agahiyên ku li ser êrîşa hêzên Rus de parve kirin de da zanîn ku nexweşxaneyeke li bajarê Volnyanskê yê Zaporijyayê hatiye armanckirin û bi moşekan lê hatiye dayîn. Zelenskiy ragihand ku di encama vê êrîşê de nexweşxane rûxiyaye û pitikek jî bûye qurbanî.

Zelenskiy di dewama agahiyên xwe de ragihand ku di bin xirban de mirov hene û ji ber moşekan agir jî bi cihê êrîşê ketiye.

Her wiha diyar kir ku tîmên agirkuj û rizgariyê li cihê bûyerê xebatên xwe kirine û jineke birîndar jî ji bin xirban hatiye derxistin.