Ukrayna: Êrîs û operasyonên Rusyayê dê zêdetir bibin!
PeyamaKurd- Berdevkê Sererkaniya Ukraynayê Oleksandr Shtupun, bi rêya peyameke bi vîdeo, di derbarê şerê navbera Rusya û Ukraynayê de hin agahî dan û îdia kir ku dê êrîş û operasyonên Rusyayê, ji bo hin herêmên din werin zêdekirin.
Oleksandr Shtupun, di peyama xwe de bal kişand ser êrîşên artêşa Rus û îdia kir ku dê êrîşên Rusan ber bi bajarê Bahmut û bajarên din ên li herêma Donetskê ve biçin.
Shtupun bi berdewamî da zanîn ku li dijî binesaziya sivîlan a li bajarê Kupyanskê yê ser bi herêma Harkivê, 2 caran êrîşa asîmanî hatiye kirin û diyar kir ku balafirên şer ên Rusyayê ku li Belarusa cîran hatine bicihkirin, ji bo Ukraynayê dibin gef.
Her wiha tê zanîn ku li bajarê Bahmutê, pevçûn dewam dikin û hat diyarkirin ku Rusyaya ku dixwaze gelemperiya Donetskê desteser bike, dixwaze bajarê Bahmutê bike bin kontrola xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin