Zelenskiy: Rusyayê, bi wan mosekan li Kompaniya Motor Sichê da

06 August 2023 19:00 0 dîtin
Zelenskiy: Rusyayê, bi wan mosekan li Kompaniya Motor Sichê da

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku Rusyayê îro bi moşekên Kinjal û Kalibr, li Motor Sichê ku yek ji hilberînerên motorên balafir û helîkopteran e da.

Volodimir Zelenskiy, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku îro êrîşeke din a moşekî ya Rusyayê li ser Ukraynayê çêbûye û daxuyaniya xwe bi van hûrgiliyan berdewam kir:

"Hêzên Rus, îro bo moşekên Kinjal û Kalibr, li Motor Sich ku yek ji hilberînerên motorên balafir û helîkopteran e da. Hin moşek ji aliyê yekîneyên me yên parastina asîmanî ve hatin jinavbirin. Rusya bi teror, qeyran an jî bi tirsandinê dê nikaribe hiqûqa navneteweyî biguherîne." 

Motor Sich wekî yek ji hilberînerên sereke yên motorên balafir û helîkopteran li herêma Zaporijyayê tê zanîn.

Fermandariya Hêzên Asîmanî ya Ukraynayê jî li ser êrîşê ragihandibû ku ji danê êvarê ve hişyariya êrîşa asîmanî li hin deverên welêt hatiye dayîn.