Zelenskiy: Berê ser, vedigere Rusyayê

31 July 2023 01:00 0 dîtin
Zelenskiy: Berê ser, vedigere Rusyayê

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di peyameke bi vîdeo de pêvajoya şerê navbera welatê xwe û Rusyayê nirxand.

Volodimir Zelenskiy, di peyama xwe de bal kişand ser rewşa şerê ku berdewam dike û da zanîn ku şer hêdî hêdî vedigere nav axa Rusyayê û ev pêvajoyeke neçar e.

Zelenskiy di dewama axaftina xwe de got, “Êrîşa Rusyayê ya li qada şer, bi ser neket. Îro roja 522yemîn a operasyona bi navê ‘Operasyona Taybet a Leşkerî’ ye ku rêveberiya Rusyayê li bendê bû ku hefteyek an du hefte dewam bike. Ukrayna di şer de xurtir dibe. Şer, hêdî hêdî vedigere axa Rusyayê, vedigere navendên wê yên sembolîk û baregehên leşkerî û ev pêvajoyeke neçarî, xwezayî ye û adil e.”

Wezareta Parastinê ya Rusyayê, vê sibehê ragihandibû ku hewildana Ukraynayê ya ji bo êrîşkirina balafirên bêmirov ên li ser tesîsên li herêma Moskowê hat astengkirin û balafirên bêmirov ji aliyê pergalên berevaniya asîmanî yên Rusyayê ve hatin jinavbirin.