Trump: Zelenskiy mezintirîn bazirganê dîrokê ye, her cara tê DYAyê bi 60 milyar dolarî vedigere
PeyamaKurd - Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û namzedê serokatiyê yê Partiya Komarparêz Donald Trump angaşt ku Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy dixwaze ku Demokrat di hilbijartinan de bi ser bikevin.
Trump di derbarê Serokê Ûkraynayê Zelenskiy wiha got: "Ez difikirim ku Zelenskiy di dîrokê de bazirganê herî mezin e. Her cara ku tê welatê me, bi 60 milyar dolarî vedigere."
Donald Trump di mitînga hilbijartinê ya Pennsylvaniayê da axivî û got, "Eger ez di hilbijartinê de bi ser bikevim, ez ê telefonî Pûtîn û Zelenskiy bikim û ji wan re bibêjim ku ji bo bidawîkirina şer li hev bikin."
Zelenskiy ku ji bo beşdarbûna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) DYAyê ye, di daxuyaniya ku xwe ya di hevdema daxuyaniya Trump de got: "Çalakiyên bibiryar ên DYAyê dikarin rawestandina hêrişên Rûsyayê yên sala bê leztir bikin."
Zelenskiy di serdana xwe ya DYAyê de hewl dide ku stratejiya xwe ya ku wek "plana serketinê" bi nav dike pêşkêşî Serokê DYAyê Joe Biden bike.
Zelenskiy gotibû, piştî hevdîtina xwe ya bi Biden re, ew ê plana xwe pêşkêşî Kongreya DYAyê û her du namzetên serokatiyê Kamala Harris û Donald Trump jî bike.
Trump berê jî piştgiriya DYAyê ya ji bo Ûkraynayê rexne kiribû û pesnê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dabû, lê belê Trump diyar kiribû ku bi egereke mezin ew ê bi Zelenskiy re hevdîtinê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin