Zelenskiy: Dorpêçên Ewropayê dê li dijî Rusyayê, berdewam bin
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku Yekîtiya Ewropayê dê dorpêçên nû yên tund li dijî Rusyayê pêk bîne û pakêta 10emîn a sizayan eşkere kir.
Volodimir Zelenskiy diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê pakêta 10emîn a sizayan eşkere kiriye û got, "Niha di pakêta 10emîn de li dijî pîşesaziya parastin û darayî ya dewleta terorê û propagandayên ku di xeniqînê de ne, gavên nû yên dorpêçên nû hene. Civaka Rusyayê bi derewan hewil dide derewên xwe li hemû cîhanê belav bike.”
Zelenski diyar kir ku dorpêçên li dijî Rusyayê dê berdewam bin û got,
“Ukrayna bi hêz e û her ku diçe bi hêztir dibe. Cîhan ji xurtan hez dike û alîkariya mêrxasan dike. Navenda hêz û wêrekiya cîhanî niha li Ukraynayê ye. Di nav gelê me de ku dewleta me diparêze. Em herêma xwe ya Donetskê, herêma xwe ya Luhanskê, hemû axa xwe ya ku şerên gelek dijwar û bi êş lê diqewimin diparêzin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin