Ukrayna: Rusyayê, bi 36 mosekan êrîs kir!
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Ukraynayê ve hat ragihandin ku artêşa Rus, vê sibehê bi moşekan êrîşî Ukraynayê kiriye. Li gorî daxuyaniya hat dayîn, ji moşekên hatine havêtin, beşek jê li asîmên hatine bêbandorkirin.
Serokê Sererkaniya Ukraynayê Valeriy Zalujniy, bi rêya daxuyaniyê ragihand ku hêzên Rus, di saetên sibehê de bi 36 moşekan êrîş biriye ser Ukraynayê û da zanîn ku ji van moşekan, 16 jê hatine jinavbirin.
Li gorî daxuyaniya hat dayîn, êrîşên Rusyayê yên moşekî, li dijî herêmên Ukraynayê bê navber berdewam dikin.
Şerê navbera Rusya û Ukraynayê, di 24ê Sibata 2022yan de dest pê kir û heta niha bê navber berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin