Serokê Amerîka Biden lêborîn ji Zelenskiy xwest
PeyamaKurd – Di dema ku Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand ku ew di wê baweriyê de ye ku DYA wê piştgiriya Ukraynayê bidomîne, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden ji ber derengketina alîkariya çekan lêborîn ji Zelenskiy xwest.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Serokomariya Ukraynayê, herdu serokên ku li Fransayê ne, roja Înê ji bo 80emîn salvegera Keştiya Normandiya ya ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Duyemîn guherî, li hev civiyan.
Her du serokan li ser şiyanên berevaniyê yên Ukraynayê û pêvajoya amadekariyê ji bo îmzakirina peymaneke dualî di warê ewlehiyê de gotûbêj kirin.
Biden di yekem hevdîtina xwe ya rûbirû de piştî serdana Zelenskiy ji Washingtonê Kanûna borî re got, "Ez ji bo hefteyên ku paşeroja alîkariyê nezelal bû, poşman im."
Zelenskiy di derbarê rewşa li eniya şer de agahiyên berfireh da Biden, amaje bi wê yekê kir ku divê Ukrayna bikaribe li armancên leşkerî yên li Rûsyayê bixe da ku bi bandor xwe li hember êrîşên rojane yên Rûsyayê biparêze.
Zelenskiy bal kişand ser girîngiya xurtkirina parastina herêma Xarkovê û lezkirina gihandina alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê û wiha got: "Em di wê baweriyê de ne ku piştgiriya we dê bidome û hûn ê li kêleka me bin. Ev yek ji bo gelê me gelekî pêwîst e hîs bikin ku ew ne bi tenê ne, em bi we re hevkarê me yê stratejîk in."
Ji aliyê din ve Biden diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê bidomînin û diyar kir ku ji ber biryara alîkariyê ya Kongreya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê heta niha 6 pakêtên alîkariyê yên ku di nav wan da ya nû jî heye hatin ragihandin.
Biden doh diyar kir ku wî îro pakêteke zêde ya 225 milyon dolarî îmze kir û dûpat kir ku Amerîka wê li kêleka Ukraynayê bimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin