Scholz, gotinên Trump yên li ser Zelenskiy rexne kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz gotnên serokê DYAyê yên Trump ku ji bo Zelenskiy gotibû dîktatrore, wekî ‘şaş û talûke’ binav kir. Wezîra karên derve ya Almanya Baerbock jî şiroveyên Trump bi ‘beredayîtî’ binav kir.
Olaf Scholz, di kovara Der Spiegel de ragihandina xwe kir û got:
“Înkara rewatiya Zelenskiy ya demokratik bi yek gotinekî bêjim; şaş û talûkeye. Raste Zelenskiy ji bo serokatiya Ûkraynayê hatiye hilbijartin. Di nav şer de hilbijartinekî baş û rewa nikarin bikin û ev rewş di destûr û qanûna hilbijartinê ya Ûkraynayê re li hev e. Bila kes bi eksa wêya nebêje. Yê şerê li Ûkraynayê daye destpêkirin Rûsyaye û Ûkrayna 3 sale ku xwe diparêze.”
Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock jî ji bo TV ya ZDFê daxwuyanî da û gotinên Trump bi temamî red kir. Baerbock got:
“Eger hun bilez tweetan neşînin û rastiya dinyayê bibînin, hun ê bibînin li Ewrûpayê kî di bin şertên dîktatoriyê de dijî, hun dê bizanibin. Van kesan; mirovên li Belarûsê û Rûsyayê ne. Ûkraynayî her roj ji bo demokrasiya xwe têdikoşin. Em wekî Ewrûpayî, ji bo demokrasiya xwe bi hevre bixin bin garantiyê, em di rêya Yekîtiya Ewrûpayê de wan destek dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin