Sedema pasxistina civîna projeyasaya budçeya Iraqê hat eskerekirin
PeyamaKurd - Endamê firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî, sedema careke paşxistina civîna projeyasaya budçeya 2021ê ya Iraqê eşkere kir.
Parlementerê kurd û endamê firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê Şêrwan Duberdanî da got ku nayê zanîn parlemento dê kengî ji bo pesendkirina bûdçeyê bicive.
Şêrwan Duberdanî da zanîn, sebeba sereke ya paşxistina civîna parlementoyê nerazîbûna şîe û suniyan e. Şîe daxwaz dikin nirxa dînar were bilindkirin û sunî jî daxwaza zêdekirina pişka xwe dikin.
Parlementerê kurd diyar kir, paşxistina civîna parlementoya Iraqê ti eleqeya wê bi pişka Kurdistanê ve nîne, ji ber ku li ser pişka Kurdistanê rêkeftin û lihevhatin hatiye kirin.
Biryar hatibû dayîn ku şeva borî parlementoya Iraqê li ser bûdçeya giştî ya Iraqê bicive û bûdçe were pesendkirin, lê civîn bo demeke nediyar hat paşxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin