Parlamena Iraqê yekem civîna proje yasaya budçeya 2021e pêk anî
PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê ji bo proje yasaya budçeya 2021ê civiya û yekem xwendina proje yasayê hat kirin.
Hat ragihandin ku wê parlamento roja Duşemê careke din li ser proje yasaya budçeyê bicive.
Seroka fraksiyona Partiya Demokrata Kurdisanê li Parlementoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî jî ragihand ku wê îro Yekşemê fraksiyonên Kurdistanê ji bo yekdengiya di proje yasaya budçeyê de bicivin.
Wiyan Sebrî da xuyakirin, wê guherin di birge û maddeyên projeye yasaya sala 2021ê ya Iraqê de werin kirin û divê ew yekhelwêst û yekdeng bin li ser mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê û nehêlîn destkarî di maddeyên 10 û 11 were kirin lewre di wan maddeyan de beşa Herêma Kurdistanê %12.67 hatiye diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin