Parlamentarên PDKê besdarî civîna Parlamena Iraqê ya ser êrîsên Îran û Tirkiyê dibin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, beşdarî civîna îro ya derbarê êrîşên Tirkiye û Îranê de dibe.
Seroka Fraksyona PDKê li parlementoya Iraqê Viyan Sebrî eşkere kir, ew ê beşdarî civîna parlementoyê ya li ser êrîşên Tirkiye û Îranê bibin û da zanîn ku parlementoya Iraqê li ser daxwaza Tevgera Sedir dicive.
Viya Sebrî got, rojeva civînê êrîşên Tirkiye û Îranê yên li ser xaka Kurdistan û Iraqê ne û da zanîn, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî di civînê de wê bersiva pirsên parlementeran bide û agahiyan bide.
Hatiye diyarkirin ku wê civîna îro Yekşemê ya Parlamentoya Iraqê ji aliyê cîgirê serokê parlementoya Iraqê Hakim Zamilî ve were birêvebirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin