Seroka Parlamena Kurdistanê banga besdarîya civîna sibe kir
PeyamaKurd - Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq bang li endamên parlementoya Herêma Kurdistanê kir ku beşdarî civîna sibê ya parlementoyê bibin.
Hêjayê gotinê ye, diviyabû Parlementoya Kurdistanê îro dest bi civînên xwe kiribûna, lê li ser daxwaza firaksyona YNKê civîna îro hat paşxistin û dê sibê were kirin.
Seroka Parlementoya Kurdistanê, Rêwaz Fayîq ku bi xwe ji pişka YNKê ye, bi fermî bang li endamên parlementoyê kir, sibê saet 11:00 li hola civînan ya parlementoyê amade bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin