Serokatiyên Herêma Kurdistanê ji bo bersiva Parlamena Iraqê bidin dicivin

15 November 2020 11:33 0 dîtin
Serokatiyên Herêma Kurdistanê ji bo bersiva Parlamena Iraqê bidin dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 15ê Mijdarê her sê serokatiyên herêma Kurdistanê li ser mijara yasaya deynkirina Iraqê ku budçeya Herêma Kurdistanê jî hatiye qutkirin dicivin û wê biryara xwe pêwîst bidin.

Pesendkirina yasaya deynkirinê ya Iraqê ku bêyî beşdarî û daxwaza Kurdan bi dengên parlamenterên şîe û sune yên Iraqê hatibû pesendkirin, li Herêma Kurdistanê rastî berteka tund hatibû û birîna mûçeyan wekî guvaşeke siyasî careke din li ser gelê Kurdistanê hatibû nirxandin.

Wê hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê di civîna îro de, ji bo biryara pêwîst derbarê derbaskirina wê yasayê de bidin, guftûgo bikin.