Serokatiyên Herêma Kurdistanê sibe di civînekê de bersiva Dadgeha Federal a Iraqê didin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe 28ê Sibatê çar serokatiyên Herêma Kurdistanê wê bicivin û bersiva Dadgeha Federal a Iraqê ya qebûl nekirina yasaya gaz û petrola Herêma Kurdistanê bidin.
Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab ji K24ê re daye xuyakirin ku sibe her çar serokatiyên Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêmê, Serokatiya Hikûmetê, Serokatiya Parlamentoyê û Serokatiya Encûmena Dadwerî li ser biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê dicivin.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê got ku wê di civînê de guftûgo li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya yasaya gaz û petrola Herêma Kurdistanê bê kirin û bersiva dadgehê were dayîn.
Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Federal a Iraqê roja 15ê Sibata 2022yan bi biryarekê ragihandibû ku yasaya gaz û petrola Herêma Kurdistanê nedestûrî ye û ti mafê Kurdistanê yê firotina neft û gazê nîne ku dahat jî divê hemû bo hikûmeta Iraqê werin radestkirin.
Li ser vê biryarê sazî û dezgehên bilind ên Herêma Kurdistanê û beşek ji aliyên Iraqî biryar bi siyasî û li dijî Herêma Kurdistanê bi nav kirin û bertekên xwe nîşan dan.
Serok Mesûd Barzanî jî li ser biryarê gotibû, biryara Dadgeha Federal a Iraqê, biryareke bi tevahî siyasî ye û berevajî destûra Iraqa Federal e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin