Sibe li Herêma Kurdistanê ji bo ezmûna xwendekaran înternet 4 saetan tê qûtkirin
PeyamaKurd - Wezareta Gihandin û Veguhestinê ya Kurdistanê ragihand ku wê dema ezmûnên xwendekaran ji bo 4 saetan înternet were qutkirin.
Berdevka wezareta gihandin û veguhestinê Dîlan Reşad ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, sibê 6ê Îlonê dora duyem ya ezmûnên pola 12 dest pê dike û ji ber wê jî wê mîna dora yekem ya ezmûnan dîsa înternet were qutkirin.
Dîlan Reşad eşkere kir, înternet wê li seranerê Herêma Kurdistanê ji demjimêr 06:30 heta 10:30 bi dema Hewlêrê were qutkirin.
Berî niha jî di dora yekem ya ezmûnên xwendekaran de înternet dihat qutkirin.
Hatiye diyarkirin ku înternet ji bo kopiya neyê kirin û û mafên xwendekarên jêhatî neyê xwarin tê qûtkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin