Sandeke HDPê sibe serdana Herêma Kurdistanê dike
PeyamaKurd - Bi Serokatiya Hevserokê HDPê Sezai Temelli şandeke HDPê sibe serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel her sê serokatiyan dicive.
Nûnerê HDPê yê li Herêma Kurdistanê Abid Îke dibêje, Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli serokatiya şanda wê partiyê dike.

Abid Îke ragihand ku 7ê Îlonê roja Şemiyê, şanda partiya wan bi serokatiya Sezai Temelli serdana Herêma Kurdistanê dike û bo dema 4 rojan li Hewlêr û Silêmaniyê dimînin.
Abid Îke got,“Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û sê parlamenter di nav şandê de cîh digirin. Armanca serdanê jî civîna ligel hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê, partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin