Sandeke HDPê serdana Herêma Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro Sêşemê 21ê Çileyê 2020an gihişt parêzgeha Silêmaniyê û li gel parêzgarê Silêmaniyê civiya.
Şanda HDPê ku ji rayedarên Şaredariya Êliha Bakurê Kurdistanê pêk hatiye, di yekemîn wêstgeha serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de serdana Silêmaniyê kir.
Nûnerê HDPê yê li Herêma Kurdistanê, Abid Îke ji Rûdawê re ragihandî, wan daxwaza serdanê ya şanda HDPê gihandiye berpirsên parêzgehên Herêma Kurdistanê û rayedaran jî bi êrînî pêşwaziya daxwazê kirin.
Abid Îke da zanîn ku şanda HDPê ji Hevserokê Şaradariya Êlihê Dr. Mehmed Demîr, parlementerê HDPê yê Êlihê Nejdet Îpekyûz û endamên encumena şaredariyê Hediye Karaaslan, Yûnis Parîn û Şûkran Çelebî pêk tê.
Adid Îke diyar kir, armanca serdanê jî pêşxistina pêwendiyên di navbera parêzgeh û şaradariyên Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de ye.
Şanda şaredariya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê dê îro di demjimêr 12.00 nîvro de ji aliyê Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir ve li avahiya parêzgariyê bê pêşwazîkirin.
Nûnerê HDPê yê li Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ku piştî parêzeha Silêmaniyê, şanda HDPê dê serdana parêzehên Duhokê û Hewlêrê jî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin