Sandeke bilind a Amerîkî serdana bendava stratejîk a herêma Firatê kir
PeyamaKurd – Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji herêma çemê Firatê di sala 2019an de, cara yekem şandeke amerîkî serdana bendava Tebqa ya wê herêmê kir.
Hat ragihandin ku şandeke payebilind Amerîkayê ya bi serokatiya nûnerê Amerîka yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nicholas Grainger, serdana bendava Tebqayê kir û bi Rêveberiya Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser re civiya.
Grainger, rewşa kêmbûna ava bendavê ku ji aliyê Tirkiyê ve ava çemê Firatê hatiye qutkirin şopand û Nivîsgeha Enerjiyê jî rewşa bendavê, turbînan û mekanîzmeya xebitandina wan, encamên trajedîk ên berdewamkirina kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve rave kir.
Hêjayî gotinê ye, ji dema vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji herêma Firatê ya sala 2019an ve, yekem car e ku şandeke bilind a Amerîkayê serdana wê herêma stratejîk dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin