Macron û her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê civiyan
PeyamaKurd - Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana Mûsilê careke din vegeriya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq ve hat pêşwazîkirin.
Macron bi şêwaza Fransî silav li seroka parlamentoyê kir.
Li nivîsgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê, civîna serkomarê Fransa Emmanuel Macron û her sê serokatiyên Kurdistanê dest pê kir.
Di civînê de Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian jî amade ye.
Piştî vê civînê wê Macron serdana Serok Mesûd Barzanî bike û dawî le geşta xwe ya Herêma Kurdistanê bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin