Macron û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan

02 September 2020 23:46 0 dîtin
Macron û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê Fransayê Emmanuel Macron li payîtexta Iraqê li Bexdayê civiyan. Di civînê de serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew destekê dide Herêma Kurdistanê da pirsgirêkên xwe bi Bexdayê re, di çarçoveya qanûnan de çareser bikin.

Ji bilî pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê behsa pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê hat kirin û têkiliyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û pêşdeçûnên herêma Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin.

Macron di hevdîtinê de razîbûna xwe bo têkoşîna Herêma Kurdistanê di têkbirina İŞİD ê de û di diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê de anî ziman.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema desteka Fransayê bo Herêma Kurdistanê sipasiya xwe bo serokê Fransayê Macron kir. Barzanî got ku Fransa destekê daye Kurdistanê da mafên xwe yên destûrî bistînin û çareserî bo pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên dîtin.

Di hevdîtinê de her dû teref ragihandin ku bi çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, wê li Iraqê aramî û îstîqrar çêbibe, pêdivî bi desteka Fransayê û civaka navdewletî heye. Her weha behsa talûkeya İŞİD ê ku hêj dewam dike, hat kirin. Bi serokê Herêma Kurdistanê Barzanî re, cîgirên wî Cafer Şêx Mustafa û Mustafa Seyîd Qadir û nûnerê serokatiya Kurdistanê Felah Mustafa hebûn.

Piştî hevdîtinê, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:

“Ez bi hevdîtina bi serok Emmanuel Macron re bextiyar bûm. Me îro li Bexdayê civînekî erênî kir. Bi sedema desteka Fransayê ya daîmî û têkiliyên wî yên xurt bi xelkê Herêma Kurdistanê re, ez minnetdarim. Hêvî dikim ku bi Fransayê re têkiliyên me yên xurt bêhtir bipêş bixin.”