Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Emmanuel Macron kir
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî diyarbûna encamên Hilbijartina Fransayê, Emmanuel Macron pîroz kir. Nêçîrvan Barzanî got,“Ez bi hêvî me, em di demeke nêzîk de bi Macron re kar bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser tora medyaya civakî ya Twîtterê peyamek belav kir û pîrozbahî li serkeftina Macron kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got; ‘Ez ji ber hilbijartina dubare ya Serokomariya Fransayê pîrozbahî li hevalê xwe Emmanuel Macron dikim. Çavên me li vê yekê ye ku em ji nêzîk ve bi armanca berfirehkirina pêwendiyên me û xurtkirina hewildanên ji bo aştiyê û seqamgîriya li navçeyê, bi hev re kar bikin.’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin