Her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê bi rojeva projeyasaya çaksaziyê civiyan

17 December 2019 14:58 0 dîtin
Her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê bi rojeva projeyasaya çaksaziyê civiyan

PeyamaKurd - Îro her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê dicivin û rewş û pêşhatên dawî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin da ku bi hevdengî ew projeyasa li parlemanê were erêkirin.

Hat ragihandin ku, îro Sêşemê her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq li Hewlêrê dicivin.

Di civînê de dê rewşa Kurdistanê û Iraqê û pêşhatên herî dawî yên li Iraqê bêne gotûbêjkirin

Civina her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku him xwepêşandan li Bexda û hin parêzgehên din ên Iraqê berdewam in û him jî aliyên siyasî di hewla wê yekê de ne ku serokwezîrekî nû ji bo Iraqê destnîşan bikin.

Li aliyekê din, Parlamentoya Kurdistanê xwendina yekem ji bo projeyasaya çaksaziya di mûçe û xanenişînî û dermale û îmtiyazan de kir û tê çaverêkirin, di civîna îro ya her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê de ev mijar jî bê gotûbêjkirin.