Daxwuyaniyekî hevbes ji 4 serokatiyên Herêma Kurdistanê hat dayîn
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî, serokê parlementoya Kurdistanê Rewaz Faîq û serokê daraza konseya Kurdistanê Abdulcebbar Aziz Hasan civînekî kirin û civîna wan bi dawî hat.
Piştî civînê daxwuyaniyeka hevpar dan û gotin ku biryara Dadgeha Bilind ya Federal ya Iraqê, ya di derbarê xaz û petrola Herêma Kurdistanê, li dijî rihê sîstema federal ya destûrêye û îhlala mafên herêma Kurdistanê ye. Biryar nayê qebûlkirin û Herêma Kurdistanê ji mafên xwe yên destûrî wê tawîzan nede û ji bo parastina mafên Kurdistanê wê temamê rêyên qanûnî biceribîne.
Dadgeha federal biryarê li gor qanûnên salên 1976 û 1985 daye, mafên Kurdistanê binpê kiriye û biryar li dijî qanûna federal ya sala 1985 a ye. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku sîstema navendî bûye sîstemekî federal, erken federaliyê hatine parvekirin û biryara dadgehê rewşa Iraq tê de ye bêhtir aloz dike.
Peymanên Herêma Kurdistanê yên di derbarê firotina xaz û petrola Herêma Kurdistanê de, li gor qanûna destûrê xala 112 an hatine kirin û divê dadgeh di çarçoveya xala 92 an de, qanûneka nû amade bike û wezîfa xwe bicîh bîne.
Di daxwuyaniyê de hat ragihandin ku Herêma Kurdistanê amade ye di çarçoveya destûrê de çaresriyê bike û Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên Kurdistanê, bi dezgeyên xwe ve, wê her tedbîran bistîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin