UNAMI partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo civîneke girtî ya hevbes vexwend

24 May 2022 10:32 0 dîtin
UNAMI partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo civîneke girtî ya hevbes vexwend

PeyamaKurd – Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) Jeanine Hennis-Plasschaert, partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo civîneke girtî ya hevbeş vexwend.

Li gor Jeanine Hennis-Plasschaert li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir û got, armanca vê civînê pêkanîna derfeteke baş e ji bo danûstandina nêrînan û hevdîtinên rasterast di navbera aliyên siyasî de.

Plasschaert destnîşan kiriye, civîn wê roja Pêncşemê 26ê Gulana 2022yan birêve biçe.

Herwiha eşkere kir, civîn ligel nêzîkbûna dema hilbijartinên giştî yên li Herêma Kurdistanê hevdem e, ku biryar e di 1ê Cotmeha 2022yan de birêve biçe.