UNAMI: Herêma Kurdistanê ya bihêz di berjewendiya Rojhilata Navîn de ye

31 October 2024 14:32 0 dîtin
UNAMI: Herêma Kurdistanê ya bihêz di berjewendiya Rojhilata Navîn de ye

PeyamaKurd – Serokê UNAMI Dr. Mihemed El Hesen got, “Herêma Kurdistanê ya bihêz, azad û pêşketî ne tenê di berjewendiya Iraqê de ye, di berjewendiya Rojhilata Navîn de ye jî.”

Forûma Rojhilata Navîn a 2024an a bi sernavê “Ber bi Rêveberiya Xweser û Refahê” ve ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ve di navbera 29-30ê cotmehê de li Hewlêra paytext hat lidarxistin. Gelek rayedarên herêmî û biyanî û akademîsyen beşdarî forûmê bûn.

Yek ji mêvanên forumê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê û Serokê Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) Dr. Muhammed El Hasan bû.

Di panela bi sernavê “Piştî 21 Salên Diyaloga Navbeynkariyê: Pêşî ji bo UNAMI çi ye?”  de, El Hasan di axaftina xwe de pêşî li hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rawestiya û got, “Ez Herêma Kurdistanê ji ber pêvajoya hilbijartinên demokratîk û tevlîbûna bilind pîroz dikim.”

El Hesen amaje bi wê yekê kir ku bûyerên li Herêma Kurdistanê qewimîn bandorê li tevahiya Iraqê dike û got, “Herêma Kurdistanê ya bi hêz, azad û pêşketî ne tenê di berjewendiya Iraqê de ye, di berjewendiya Rojhilata Navîn de ye jî.”

El Hesen bal kişand ser alîkarî û qurbanîdana UNAMI û Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê di 20 salên dawî de.

Tekez kir ku UNAMI tu rola wesayetê li ser welêt nagire ser xwe, Dr. Mihemed El Hesen ragihand ku şande li ser daxwaza hikûmeta Iraqê ji bo pêşkêşkirina alîkariyê li vî welatî hatiye bicihkirin.

El Hesen her wiha got: “Netewên Yekgirtî dest ji Iraqê bernade û dê berdewam be li ser piştgirîkirina geşepêdana welat û hewlên mirovî piştî ku karê UNAMIyê di dawiya sala 2025 de dê bi dawî bibe.”