Partiyên siyasî yên Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê dicivin

12 June 2022 17:37 0 dîtin
Partiyên siyasî yên Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê car din li ser hilbijartinên giştî û rewşa siyasî ya Kurdistanê bicivin.

Li gorî zanyariyan wê sibe Duşemê berpirsên PDK, YNK, Gorran û partiyên din ên Herêma Kurdistanê li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê bicivin.

Hat zanîn ku wê di civîna sibê de hilbijartinên giştî, çalakkirina komîsyona hilbijartinan û qanûna hilbijartinan were gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye, ev cara sêyemîn e ku partiyên siyasî yên Kurdistanê li ser wan mijaran dicivin.

Beriya niha yekem civîn bi serokatiya nûnera sekreterê giştî yê NY li Iraqê, Jeanine Plasschart li ofîsa NY ya Hewlêrê hatibû kirin û piştre jî civîna duyem bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê hatibû encamdan.

Li gorî biryara hatiye dayîn, wê hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê 1 Cotmeha 2022yan werin kirin.