Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiyan û êrîsa ser Rojava sermezar kirin
PeyamaKurd – Li Hewlêra paştexta herêma Kurdistanê 14 partî û aliyên siyasî yên Kurd li ser êrîşa artêşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê civiyan û biryar hatin wergirtin ku bi çalakiyan dengê xwe ji raya giştî ya cîhanê re bilind bikin.
Endamê rêveberiya Partiya Komînîst a Kurdistanê Ehmed Şêrwanî piştî civîna aliyan got: “Hemû alî di civînê de me biryar daye û lijneyekî bo çavdêrî û birêve birina kar hatiye pêkanîn û divê bi yekdeng bi yek armanc, bi yek dirûşim û espriyê ve emê tevbigerin û nabe naveroka pênaseyê li ti aliyekî diyar bê kirin.”
Şêrwanî behsa awayê çalakiyên bên kirin kir û wiha pê de çû: “Em dixwazin di xwepêşandan û nerazîbûnan de êş û hewara hemwelatiyên kurd li Rojavayê Kurdistanê ragihînin û me biryar daye hemû tebeqe û partî û alî li Hewlêrê li pêş binkeyê Netewên Yekbûyî li Hewlêrê em kom bibin û dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Ew êrîş û leşker kêşana Tirkiyê em şermezar dikin û em hemû deng û hewara hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê dê bigihînin NY û civaka navnetewî.”
Partî aliyên beşdarî civînê bûn helwesta xwe nîşandan ev in:
Komîteya Hizba Şîûya Kurdistanê (Hizba Komunîsta Kurdistanê) ya Hewlêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hevpeymaniya Nîştimanî, Hizba Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, Bizûtneweyî Demokrat a Gelê Kurdistanê, Yekîtiya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê, Partiya Karker û Rencberên Kurdistanê, Xizba Bît Nehrîn, Bijutneweyî Demokratîk a Aşûrî, Hizba Komunîsta Kurdistanê û Rêxistina Kildanî û Aşûrî ya Hizba Şîûyî Kurdistanê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin