Parlamena Kurdistanê banga jenosîd nasîna Komkujiya Helebce li civaka navdewletî kir

16 March 2022 16:55 0 dîtin
Parlamena Kurdistanê banga jenosîd nasîna Komkujiya Helebce li civaka navdewletî kir

PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê îro 16ê Adarê di salvegera komkujîya kîmyabarana rejîma Beas de, merasîmek ji bo şehîdên Helebceyê saz kir û pênc xulekan ji bo şehîdên kîmyabaranê bêdeng rawestiyan.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê jî peyamek bi boneya salvegera komkujiya Helebceyê belav kir û ragihand, “Îro 34 sal di ser kîmyabaran û komkujiya bajarê Helebceyê ku ti carî nayê jibîrkirin û rojmêra gelê me de birînek e û derman nabe û di wîjdana her Kurdekî de azareke kûr e ku ne tenê li hemberê gelê me ye, lê belê tawanek li hember mirovatiyê ye wek Hîroşîma û Nakazakî û Holokost e.”

Parlamentoya Kurdistanê diyar kir: “Di vê boneya xemgîn de, em careke din encamderên vê tawana mezin riswa û şermezar dikin û daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên mirovî yên cîhnî dikin, vê tawana li dijî mirovahiyê wek jenosîd binasin, ji bo li ti cihekî din ê vê cîhanê de careke din tawanên bi vî awayî dubare nebin û gelê Kurdistanê jî ji her gefeke ji vê cureyê biparêzin.

Di peyamê de hat gotin, di çarçoveya berpirsyariya wê de, parlamentoyê biryara Helebce wek Paytexta Aştiyê li Herêma Kurdistanê pesend kir û li ber ronahiya wê yasayê, îro Helebce bûye parêzgeh û xwedî nasnameya Paytextê Aştiyê ye.

Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kir, pêwîst e Hikûmeta Federal jî kar bi madeya 132 a destûrê Iraqê û biryara Dadgeha Bilind a Tawanan bike, ji bo malbat û kesûkarên şehîdan û qurbaniyên Helebceyê qerebû bike.

Daxwaz ji Encûmena Nûneran a Iraqê jî hat kirin ku yasayeke taybet bi jenosîd nasandina gelê Kurdistanê der bike û tê de mafê malbatên şehîdan û qurbaniyan bê çespandin, ji bo ji aliyê madî û manewî ve bêne qerebûkirin.