Sandeke Kurdistanê ji bo jenosîdnasîna Helebce, Enfal û Singalê serî li Parlementoya Ewropa dide
PeyamaKurd – Şandeke Parlamentoya Kurdistanê ji bo ku belgeyên derbarê komkujiyên Helebce, Enfal û Şingalê de pêşkeş bikin diçin Ewropayê û serî li Parlamentoya Ewropayê didin.
Şanda Parlamentoya Kurdistanê ya Komîsyona Şehîd û Enfalkiriyan û Girtiyên Siyasî ji bo komkujiya kîmyabarana Helebce, Enfal û komkujiya Şingalê ya kurdên êzidî wekî jenosîd werin nasandin, îro çûn Ewropayê û wê serî li Parlamentoya Ewropayê bidin.
Komîsyona Parlamentoya Kurdistanê ya 7 kesan pêk tê, wê belge û dokumentên derbarê wan komkujiyan de pêşkeşî Parlementoya Ewropayê bike daku proseya jenosîdnasînê bidin destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin