Ji Mesrûr Barzanî peyama Enfalê: Nekarîn bi komkujiyan îradeya gelê Kurdistanê têk bibin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Tebaxê bi boneya 36emîn salvegera Enfala Badînanê peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî got: “Divê hikûmeta federal erkên xwe yên yasayî û exlaqî pêk bîne û malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfalê qerebû bike.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Îro em qurbaniyên Enfalê li Badînanê bibîr tînin, ku beriya 36 salan di dawî qonaya enfala hovane ya rêjîma Beis de, bi hezaran xelkê bêguneh li devera Badînanê şehîd û winda kirin. Bi sedan gundên deverê wêran kirin ku bp sedema koçberbûa bi dehhezaran kes.
Barzanî diyar kir, “Armanca van tawanên hovane, qirkirin û jenosîdkirina gelê Kurdistanê bû, lê berpirsyarên van komkujiyan nekarîn îrade û daxwaza azadiyê ya gelê Kurdistanê têk bibin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Di vê boneyê de em tekez dikin ku divê hikûmeta federal erkê xwe yê yasayî û exlaqî cîbicî bike û malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfala destê rejîma berê ya Iraqê, qerebû bike.”
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de silav li giyanê pak ê qurbaniyên Enfala Badînanê û hemû şehîdên Kurdistanê kir û wiha pê de çû: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe berdewam dibe û her çi di karînên wê de be, dê ji bo xizmeta malbatên şehîdan û enfalkiriyan bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin