Parlamena Iraqê pistî gihîstina projeyasaya budçeyê mehekê karê xwe dirêj kir

29 December 2020 18:44 0 dîtin
Parlamena Iraqê pistî gihîstina projeyasaya budçeyê mehekê karê xwe dirêj kir

PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, piştî gihîştina projeyasaya budçeya 2021ê bo parlamentoyê, dema yasadanîn û karê Parlamentoya Iraqê dirêj kir.  

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 29ê Kanûnê dema yasadanînê ya niha mehekê hatiye dirêjkirin.

Biryara dirêjkirina demsala yasadanînê ji bo derbaskirina çend projeyasayên girîng hatiye standin ku bi taybet jî ji bo projeyasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê ye.