Fraksiyonên Kurd ên Parlamena Iraqê ji bo yekîtiyê dicivin

01 September 2024 20:30 0 dîtin
Fraksiyonên Kurd ên Parlamena Iraqê ji bo yekîtiyê dicivin

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê Şaxewan Ebdullah da zanîn ku wê serokên fraksiyonên Kurd ên li Parlamena Iraqê, ji bo yekîtiyekê saz bikin wê bicivin.

Ebdullah got: "Armanca me ji kombûna serokên fraksyonên Kurdistanî, yekrêziya Kurdan a li Bexdayê ye.

Tê çaverêkirin ku fraksiyonên Kurdistanî yên Parlamena Iraqê, li mala Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê Şaxewan Ebdullah bicivin û li ser gelek mijaran gotûbêjan bikin.

Hate gotin ku yek ji wan mijara jî dabeşkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ye.

Şaxewan Ebdullah di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de ragihand ku armanca civînê yekrêziya Kurdan a li Bexdayê ye û destnîşan kir ku ew ê bi taybetî di derbarê mûçeyên Herêma Kurdistanê de hewl bidin bigihîjin hewleke hevbeş.

Ebdullah amaje bi paşxistina bûhayê îsal ên genimê cotkarên Herêma Kurdistanê jî kir û di derbarê mijarê de wiha dom kir:

“Pirsgirêka buhayê genimê cotkarên herêmê çareser dibe û min li ser vê mijarê bi Wezîrê me yê Bazirganiyê re jî hevdîtin kir. Biryare îro danê êvarê ez bi Serokwezîrê Iraqê re bicivim û çend mijarên gring gotûbêj bikim. Yek ji wan mijaran jî mijara buhayê genimê  cotkaran e.