Li parlamena Iraqê hewla kirêt a veqetandina Êzdiyan ji Kurdbûnê

07 June 2024 15:53 0 dîtin
Li parlamena Iraqê hewla kirêt a veqetandina Êzdiyan ji Kurdbûnê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku 182 parlamentên Iraqê, ji bo Kurdên Êzidî wekî “neteweyeke cuda” bêne dîtin îmze berhev kirine.

Ev hewla kirêt û derew ji aliyê Kurdên Êzidî ve jî hate şermezarkirin û Kurdên Êzdî dan zanîn ku belgê rastiyê nîşan didin.

Ji aliyê dijminên Kurdan ve hewlên ku Kurdan ji hev veqetînin û parçebûna wan kûrtir bikin didomin.

Herî dawiyê li Parlamena Iraqê, 182 parlamentan îmze dan hev da ku Kurdên Êzidî ji Kurdan bên veqetandin û Êzdî wek neteweyeke cuda bên pesendkirin.

Heyder Şeşo: Divê Êzidî helwesta xwe nîşan bidin

Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo di derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re nirxandinan kir û got: “Bi rastî ev hewldan karekî xerab e. Divê Êzidî li dijî vê hewla xerab helwesta xwe nîşan bidin; çimku ev xizmetê li Êzdiyan nake. Em li dijî her planeke ku Kurdan ji Kurdistanê veqetîne ne. Ev ne tenê dijminahî, di heman demê de binpêkirin rûmetê ye û destê hêzên derve tê de heye. Destê wê komê di vê lîstikê de heye ku bi salan e bi hestên Êzidiyan dileyîze. “

“Eger Şengal bi vê projeyê bibe dewlet jî ev ne di berjewendiya Êzdiyan de ye”

Heyder Şeşo di berdewamiya nirxandinên xwe de balê kêşa ser wê yekê ku dibe ev ji bo propagandayê û şaşkirina xelkê be û dom kir:

“Eger Şengal bi projeya wan bibe dewlet jî ev ne di berjewendiya Êzidiyan de ye. Em ê rewşê bişopînin. Dibe ku plan neçe serî. Em di destûra bingehîn de wekî pêkhateyeke ayînî û beşek ji Kurdan hatine pênasekirin. Helbet em ê helwesta xwe nîşanî van hewldanan bidin.”

Dîroknas Dawid Xetarî: Kurdbûna Êzdiyan teqez e û ev hewldaneke têkçûyî ye

Dîroknasê Kurd ê Êzidî Dawid Xetariyê xwedî 70 pirtûk ku piraniya wan li ser Kurdên Êzidî ne jî di nirxandina xwe de diyar kir ku ev hewldaneke têkçûyî ye û dom kir:

“Hinek kes hewl didin ku Êzidiyan wekî neteweyekî cuda nîşan bidin. Ev hewleke têkçûyî ye û domdariya hewlên berê ye û bi ser jî nakeve. Bi rastî ecêb e ku parlamena Iraqê xwe tevlî van karan dike. Ev ne karê parlamenan e. Ji bilî vê jî dabeşkirin û parçekirina gelan armanceke pak nîne. Êzidî Kurd in, ji aliyê olî ve Êzidî ne. Ev rastî di hemû çavkaniyên kevin û nû de heye. Kurdbûna Êzidiyan nabe amûreke siyasetê. Kurdbûna wan tiştekî teqez e.”

Karwan Hacî: Em bi ziman û dîroka xwe Kurd in

Çalakvanê Kurd ê Êzidî Karwan Hacî jî di derbarê mijarê de destnîşan kir kir ku netewe naguherin û dom kir: “Kes nikare neteweyan biguherîne. Ol diguhere lê nîjad na. Em bi ziman, dîrok, sînor û cil û berg Kurd in. Ramanên wiha ji bo hemû neteweyan gef e. Ev pêngavek belavkirina Kurdan e.”

Îbrahîm Mîranî: Ew daxwaz ne yasayî ye

Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Îbrahîm Mîranî jî di derbarê vê hewlê de axivî û got: “Ji ber ku Êzdîtî ne navê netewe, navê olê ye, ew daxwaz ne yasayî ye lewra; gelên Iraqê, li ser bingeha neteweyan nehatiye dabeşkirin.”

Daxwaza fermana cudakirinê 

Parlamenterê Nînowayê Nayîf Xelef Sîdo sala çûyî nameyek ji Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran a Iraqê re şandibû û jê xwestibû ku fermanê bide saziyên fermî ku Êzidiyan wekî ol û neteweyeke din binirxînin.

 Dr. Kazim Kerîm di 5ê Adarê de li ser navê Encûmena Wezîran bersiv da nameya Nayîf Xelef Sîdo û jê re got: “Êzidîtî di destûrê de wekî ol hatiye destnîşankirin. Di destûrê de ti nîşaneyên netewebûna Êzdiyan tune ye.”

Kurdbûna Êzidiyan

Di derbarê Kurdbûna Êzidiyan de, ji bilî rastiyên niha têne zanîn, gelek belgeyên dîrokî hene û hin ji wan belgeyan ev in:

- Her du pirtûkên pîroz ên “Cîlwe” û “Mishefa Reş” ji sedî sed bi Kurdî ne.

- Dîroknasê Kurd Şerefxan Bedlîsî di pirtûka xwe ya “Şerefname”yê (1597-1599) de gotiye Êzdî Kurd in.

- Di yekemîn Salnameya dewleta Osmanî ya ku di 1847an de derçûye de Êzidî, weke Kurd hatine danasîn.

- Di raporta Lijneya Lêkolînê ya di derbarê Mûsilê ku di 1925an de hatiye amadekirin de hatiye gotin ku Êzidî, bi Kurdî diaxivin û nimêjên xwe bi Kurdî dikin.

- Dîplomatê Brîtanî Mark Sykes ku di navbera salên 1879 û 1919an de jiyaye, di pirtûkên xwe de gotiye ku “Êzidî bi Kurdî diaxivin, bi Kurdî nimêjên xwe dikin û li gorî wan Xwedayê wan bi Kurdî diaxive.”

- Daîretulmearîfa Îslamî jî amaje bi vê mijarê kiriye ku niştecihên Şengalê Kurdên Êzidî ne.

- Di nexşeya komeleya erdnîgariya şahane ya Brîtanyayê ya 1910an de Kurd û Êzidî bi yek rengî hatine nîşandan.