Roja yekem civîna Parlamentoya Iraqê ya pistî hilbijartinan eskere bû

30 December 2021 15:18 0 dîtin
Roja yekem civîna Parlamentoya Iraqê ya pistî hilbijartinan eskere bû

PeyamaKurd - Roja rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iraqê hat diyarkirin û biryare Encûmena Nûneran roja 9/1/2022 bicive.

Madeyên 54 û 73 a Birgeya Çarem a Destûra Iraqê desthilatê dide Serokomarê Iraqê ku piştî pesendkirina encamên hilbijartinan ji aliyê Dadgeha Bilind a Federalî ve, roja rûniştina yekem a Encûmena Nûneran diyar bike.

Piştî hilbijartinan hin aliyên Şîe nerazîbûna xwe ji encamên hilbijartinên 10ê Cotmehê re nîşan dabûn û li Dadgeha Bilind a Federalî giliyên xwe tomar kiribûn, lê dadgehê ew gilî hemû red kirin û roja 27ê vê mehê encam hatin pesend kirin.

Li gor madeya 54 a Destûra Iraqê, civîna yekem a Encûmena Nûneran ji aliyê parlamenterê herî temen mezin ve tê birêvebirin û di wê rûniştinê de Serokê Enûmena Nûneran û 2 cîgirên wî têne hilbijartin.